Wupperspuren

Beşdarî li

Beşdarî li

Em li virin

Em cerrîbandinên lîstikê xwe li van navnîşanan çêdike. Alten Feuerwache Gathe 6, 42107 Wuppertal, Raum Alte Wagenhalle.

 

Em çi dikin bi hevran

Em her Rojên Pêncşema Seat ji 18:00 heya 20:00 Şano dilîzin. Beriya destpêka Dîdaran em di serîda xwe hinek bi tevgera germ dike ku ji bona Laş û dengê me hinek germ bive. Paşê em dest pê dike Fikir û Ramana kom bike, dûra dicerrîbîne û ji Jîyana xwe Dîdaran dinivisîne. Em ji Fikir û Ramanên xwe tişta dicerrîbîne û dûra li ser dixwebitin. Beriya Lîstikên ser dîkê em hinek caran zêde û dirêj jî Dîdaran di cerrîbînin.

Ji bo me gelek pêwîste ku hemûn kes bi xêrhatin be û xwe baş hês bike. Di cîhê cerrîbandina Dîdaran da hertim derfet ji bona ku mirov bi hevra bide û bistîne heye.

Karên bi hevra ji bo pêşeroja Şanoya me û koma me tiştek gelek girînge. Em hewldidin ku hemû hevalên meyên Lîstikvan derfetên wan hebin Fikrê xwe û rexneyên xwe bînin ziman. Ji bo viya jî di her cerrîbandin û amadekariyanda kesên Fikir û Ramanên xwe bi zimanên din dibêjin, li kêlekê bi Elmanê anjî zimanên din tên wergerandin. Ji bo me gelek girînge di nav Koma meda herkes ji hev bawer bikin û pişta xwe bidin hev.

Di 2016`da me heftekî li Werl`ê (Sauerland) Dîdarên nû cerrîbandin. Di sê rojanda em bi dijwarî xebitîn, berê hertiştî me demekî pir kêfxweş bi hevra derbas kirin.

 

Hûn dikarin tevlime bivin

Herdem derfet hene ku hûn bi Rêcênwupper ra destpêbikin û bilîzin.Wek Lîstikvan, Rêvebir, anjî Endezyar, di nav Komêda gelek kar henin ku merû bikarive bigire ser milê xwe. Hemû kesên temenê wan ji ponzdehan zêdetirin bi xêr tênin. Kê bixwaze dikare were pêşîda cerrîbandinê me temaşe bi ke, ka li xweşa we diçe an na. Tevlîbuna Komê bê Dirave.

Kesên bixwaze dikare van tişta bi mera bicerrîbînin: